Operasyonên qirkirina siyasî yên li Bakur û Tirkiyê

Dewleta Tirk a faşîst di 25’ê nîsanê de ku di navê de sîyasetmedar û rojnamevan jî hebûn 125 kes binçav kiribûn. Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Amedê Îro biryara girtinê ji bo 4 rojnamevanan da. Cîgirê Hevserokê Giştî yê Amedê Serhat Eren bertek nîşanî operasyonê da û got: “Ev, operasyoneke hilbijartinê ye. Gelê kurd li hemberî van operasyonan tu carî serî natewîne.”

Bi nêzbûna hilbijartinê 14’ê Gulanê yên li Tirkiyê tirs û xofa desthilata AKP-MHP’ê li hemberî Kurdan zêde dibe.

Lewra bi destûra Erdogan li dijî gelek kesan ku têkoşîna azadî û demokrasiyê didin operasyoneke qirkirina siyasî pêkhat.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo 216 kesan biryara binçavkirinê hate dayîn.

Lê di encama serdegirtinên malan de 128 kes hatibûn binçavkirin.

Rojnamevan Gok, Orûç, Canozer û Akkaya hatin girtin

Rojnamevan Abdurrahman Gok, Mehmetşah Orûç, Bêrîtan Canozer û Remzî Akkaya ku hatibûn binçavkirin, Îro hatin girtin.

Rojnamevan Abdurrahman Gok piştî ku hat girtin bertek nîşan da û wiha got: “Faşîzm wê têk biçe, Pergala faşîst wê têk biçe. Bimire faşîzm. Bijî Çapemeniya Azad.”

Li pêşiya edliyeyê bertek nîşanî girtinan dan: Ev gel tu carî serî natewîne

Bi pêşengtiya Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî hate dayîn.

Gelek partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û malbatên rojnamegeran jî tev li daxuyaniyê bûn.

Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan ê HDP’ê Serhat Eren di daxuyaniyê de axivî û operasyona heyî weke “Operasyona qirkirina siyasî” nirxand.

Eren, diyar kir ku operasyonê têkiliya xwe bi hilbijartinê heye û wiha got: “Daraz jî bû şirîkê vê operasyonê. Ne ev partî û ne jî ev gel tu carî serî li ber operasyonên li dijî wan tên kirin serî natewînin.

Nûnerên mafên mirovan û hiqûqnasên ku ji bo hilbijartineke bitendurist dê bixebitiyan hatin binçavkirin.

Rojnamevanên hatine binçavkirin sewqî dadgehê hatin kirin

Back to top button