Li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan ciwanên li Kobanê daketin qadan

Çalakiyên li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewamin. Îro jî bi sedan ciwanên herêma Firatê li dijî tecrîdê meşek li darxistin. Meş li gundê Helicê yê Kobanê destpêkir û ciwan ber bi gundê Elpelorê ve bi rê ketin. Li ser navê Ciwanên Şoreşger ên herêma Firatê Hesen Mistefa axivî û diyar kir ku nikarin fikrê Rêber Apo tune-bikin.

Back to top button