Li ser daxwaza Rûsyayê, Eqîle Salih serdana Moskoyê dike

Li ser daxwaza Rûsyayê, serokê Parlamena Lîbyî Uqeyle Salih serdana Moskoyê dike û îro çend hevdîtinan bi rayedarên Rûs re pêk tîne. Wezareta derve ya Amerîkayê jî ragihand ku ew bi çavê wekheviyê li her du aliyên Lîbî dinêrin, lê çeteyên li Lîbyayê li pêş pêvajoya siyasî dibin asteng.

Îro serokê parlamena Lîbyayê Eqîle Salih, li Moskoyê, çend hevdîtinan pêk tîne.

Salih, ku duh gihiştibû paytexta Rûsyayê, dê hevdîtinê bi wezîrê derve Sergi Lavrov û şanderê serokê Rûsya yê taybet bo Rojhilata Navîn Mixail Bogdanov re bike.

Beriya niha, Rûsya piştgiriya xwe bo insiyatîfa Salih a rawestandina şer û destpêkirina diyalogan, ku Nîsana borî ragihandibû, nîşan da.

Şêwermendê serokê parlamena Lîbyayê Fethî El-Meryemî, ji dezgehên ragihandinê yên Rûsî re axivî û diyar kir ku mijarên vê serdana, insiyatîfên çareseriya aloziya li Lîbyayê û di serî de insiyatîfa Qahire û kongireya Berlînê ne.

El-Meryemî teqez kir ku Rûsya vexwend-nameyeke fermî ji bo serdanê ji Salih re şand û destnîşan kir ku yek ji mijarên nîqaşê, dijminahiya dewleta Tirk li ser Lîbyayê ye.

Waşington: Çeteyên li Lîbyayê, pêvajoya siyasî asteng dikin

Hemwextî vê serdanê jî, hin rayedarên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, mijara kişandina çekan ji çeteyên li Lîbyayê, bi berpirsên wezareta derve ya Amerîkayê re nîqaş kir.

Wezareta derve ya Amerîkayê diyar kir ku çeteyên Wîfaqê û yên dewleta Tirk, pêvajoya siyasî li Lîbyayê asteng dikin û teqezî li ser bidawîkirina rola çeteyan li welêt kir.

Wezareta diyar kir ku Waşington, hemû destwerdanên derve li Lîbyayê red dike û destnîşan kir ku Amerîka bi çavê wekheviyê li her du aliyên şer ên Lîbî dinêre.

Girêdayî heman mijarê, Wezîra Parastinê ya Fransayê Florans Barlî, li pêş endamên desteya ewlekarî û parastinê ya Yekîtiya Ewropayê ragihand, ku şerê li Lîbyayê vedughere mîna şerê li Sûriyê û bi hezaran çeteyên Sûrî li Lîbyayê şer dikin.

Back to top button