Dadmendiya Amerîkayê fermana desteserkirina barê 4 keştiyên Îranê da

Dadmendiya Amerîkayê, fermana desteserkirina barê 4 keştiyên Îranê ku petrol vedughastin Venezuelayê, da.

Ev yek, piştî ku wezareta Dadê ya Amerîka, li dadgeheke federal doz vekiribû, pêk hat.

Li gorî wezareta Dadê ya Amerîkayê, dahatên vê operasyonê, dikevin hesabê Pasdarên Îranê û ji ber vê yekê wan doz vekiriye.

Wezaretê eşkere kir ku Dadmendiya Amerîkayê, fermana desteserkirina bêhtirî milyonek û 100 hezar bermîlên petrolê, ku di 4 keştiyên Îranê de ber bi Venezuelayê ve diçûn, da.

Lê Dadmendiyê, mekanîzmaya desteserkirinê diyar nekir.

Gulana borî, tevî cezayên Amerîkî yên li ser Îran û Venezuelayê, 4 keştiyên petrolê yên Îranê, gihiştin bendergehên Venezuelayê.

Back to top button