Artêşa Tirk û hikumeta Şamê nuqteyên hev topbaran dikin

Şer û pevçûn li herêm û gundên Idlibê gerim bûne, herî dawî artêşa Tirk a dagirker û hêzên hikumeta Şamê nuqteyên hev topbaran kirin..

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro piştî saetên nîvro hêzên hikûmeta Şamê careke din herêmên Cebel El-Zawiyê topbaran kirin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî di topbarana hikûmeta Şamê ya bi ser gundê Sehila Xabê ya Hemayê de sivîlek hat kuştin.

Her wiha duh piştî saet 12’ê şevê hêzên hikûmeta Şamê bi 35 fûzeyan çeperên çeteyên dewleta Tirk ên li herêmên Cebel El-Zawiyê topbaran kirin.

Çeteyan jî çeperên leşkerên hikûmetê yên li Kefernubulê topbaran kirin.

Hat ragihandin di encamê de ji her du aliyan kuştî û birîndar çêbûne.

Back to top button