Leyla Guven nameyek ji serokên Ewropayê re şand

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bi armanca balê bikişîne ser desthilatdariya li Tirkiyê, ji serokên partiyên siyasî yên Ewropayê re name şand.

Leyla Guven, ev name bi armanca balê bikişîne ser mohrkirina avahiya KCD’ê, binçavkirin, erkdarkirina qeyûman û desthilatdariya ku li Tirkiyê zêde dibe, ji serokên partiyên siyasî û nûnerên saziyên Ewropayê re şand.

Guven di nameyê de eşkere kir ku zextên li Tirkiyê zêde bûne û got:

“Desthilatdarî dixwaze qada siyasî ya KCD’ê ku vîna civaka sivîl temsîl dike, teng bike.”

Di nava kesên name ji wan re hat şandin de, Seroka Komîsyona Ewropa Ursula Von der Leyen û Nûnerê Bilind ê YE Josep Borrell jî, hene.

Back to top button