Marî Loler NY daxwaza rakirina tawana terorê ji ser 11 hiqûqnasan dike

Perpirsa Parastina Mafên Mirovan a NY Marî Loler li ser tawanên terorê yên li ser 11 parêzvanên Mafên mirovan, fikarên xwe anîn ziman û daxwaz ji Tirkiyê kir ku tawanên li ser van hiqûqnasan, rake.

Îro û piştî 3 salan, ev hiqûqnas, ku weke terorîst tawanbarkirî ne û tevî ku Rêxistina Efûya Navnetewî gotibû, ti rastiya van tawanan tune ye, tên dadgehkirina.

Di nava kesên tawanbarkirî de, du rêveberên berê yên Rêxistina Efuya Navnetewî hene, ku cazayê 15 salan li wan hatiye birîn.

Marî Loler tekez kir ku ev girtin, bi nêzîkbûna salvegera darbeya 2016’an, pêk tên.

Zextên li ser ragihandinê bi raporekê hatin eşkerekirin

Li aliyê din komeleya “Azadiya Fikir”a Tirk, raporek weşand û zextên li ser Çapemeniya Civakî li welêt eşkere kir û îşaret bi gefên Erdogan ên girtina gelek malperên civakî kir .

Malpera rojnameya Artî Gerçek a Muxalif Ev rapora Komeleyê belav kir û zextên ku 2019’an li ser dezgehên Ragihandinê hatin kirin, eşkere kirin.

Li gorî raporê Desthilata Tirkiyê xwegihandina 408 hezar û 494 malperan asteng kir.

Ev rapor di vê dema ku Erdogan gefa girtina malperên civakî dixwe de, hat belavkirin.

Back to top button