Çeteyên dewleta Tirk welatiyekî din ji gundê Qere Kol ê navçeya Bilbilê ya Efrînê dagirkirî revandin .
Li gor agahiyên ajansa ANHA’yê welatî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye revandin û radestî MÎT a Tirk kirine..
Welatiyê hatiye revandin Tewfîq Hesen ê 45 saliye ..
Tewfîq ji gundê Qere Kol ê girêdayî taxa El-Zeydiyê ye ..
Di 22’ê Çile de ji navanda bajar hatiye revandin û radestî MÎT’a Tirk hat kirin ..
Heya niha çarenûsa Tewfîq nayê zanîn ..
Di çarçoveya qirkirina komî, guhertina demografî û tengavkirina şêniyên li kantonê mane de ev sûc dewam dikin ..