Duh bi şev erdhejek bi pileya 5.9 li bajarê Xoy a parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê rû da ,di encam de 3 kesa jiyana xwe ji dest dan.
Parêzgarê Urmiyeyê Mihemed Sadiq destnîşan kir ku 16 kes ji bo dermankirinê rêkirine nexweşxaneya Selmas.
6 kesên birîndar jî hatine emelyatkirin û 20 kesên din jî rakirine nexweşxaneyê.
Di erdheja li Xoy’ê de 3 kes mirin û 580 jî birîndar bûn
Mihemed Sadiq her wiha diyar kir ku erdheja vê carê ji erdhejên di çend hefteyên borî de pêkhatîn ziyana xwe mezintir bû .
Û di encamê de 70 gundên herêmê zirar dîtin.
Hêjayî gotinê ye ku di nava meha Çileyê de ev cara duwemîne ku li bajarê Xoy ê rojhilatê Kurdistanê erdhej pêk tê.
Cara yekem di 21’ê Çileyê de rû dabû.
Li gorî rapora Rêveberiya Gıştî ya Saziya Avahiyên parêzgeha Urmiyê, 3 hezar û 850 mal û 13 dibistan ziyan dîtine.