Ezab El Ebûd: Çareserî bi dagirkeriya Tirk re nabe

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Mibicê Ezab El Ebûd diyar kir ku çareserkirina aloziya Sûriyeyê diyaloga bi Rêveberiya Xweser re pêkan e. 

Ezab El Ebûd dibêje :

“Nêzîkbûna di navbera hikometa Şam û Enqere armanca wê tenê rizgarkirina her du rejîman ji hilweşînê ye.

Li herêmên hikumeta Şamê xwepêşandan hene.

Aloziyên hikumeta Tirkiyeyê jî hene, bi taybet di mijarên hilbijartin û penaberên Sûriyeyê de.

Hewldanên her du rejîman hene ku bi rêya peymanên ku nakevin berjewendiya gelê Sûriyeyê, aloziyên xwe bi dawî bikin.

Hewl didin derbeyê Ii projeya Rêveberiya Xweser bixin.

Ji ber ku li xweşiya fikrê zordest û dadgeriyê nayê.

Nêzîkbûna wan xeteriyeke mezin li ser berjewendiyê giştî yê Sûriyê dike.

Çareserî bi hevdîtinên di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de pêkan e.

Çareserî bi dewleta Tirk a dagirker re nabe.”

Back to top button