“Azadiya Rêberê me xeta me ya sor e”

Kurd û dostên xwe li Ewrupa bê rawestan di nava çalakiyande ne.
Li Strasboûrgê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” de çalakiya konvedanê hat lidarxistin.
Bi heman armancê li Marsîlyayê jî bi hezaran kes ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan.

Kurdistanî li gelek deverên cîhanê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” de çalakiyên xwe didomînin.

Di çarçoveya pêngavê de li bajarê Fransa ê Strasboûrgê çalakî hat lidarxistin.

Ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasboûrgê (DKTM-S) û Însiyatîfa Jinan a Zîn ve li ber Gara Trenê ya Strasboûrgê çalakiya konvedanê hate lidarxistin.

Sarah Glynn: Em ê bibin dengê Abdullah Ocalan û gelê Kurd

Le gel xebatên girseyî, aktivîsên Însiyatîfa Jinan a Zîn û ji Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî Sarah Glynn axivîn.

Ji Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî Sarah Glynn axivî û anî ziman ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan sûcê mirovahiyê ye û wiha got:

“Em weke dostên gelê Kurd û hevreyên Ocalan li dijî vê sûcê piştevaniya enternasyonal mezin bikin.”

Sîdar Amed: Hêzên desthilat çavên xwe digirin

Sîdar Amed ku yek ji wan hunermendên TEV-ÇAND’ê ye axifî û got:

welatên Ewropayê li hember esaret û tecrîda li ser vîna gelê Kurd Rêber Apo çavên xwe digirin.

‘Rêber Apo û gel yek perçe ne. Bangawaziya me ji hemû gelê Kurd re ye.

Ji bo şikandina tecrîdê û azadiya serokatî divê herkes derkevin qadan”.

Fayik Yagizay: Divê gelê Kurd xwedî helwestek siyasî be

Nûnerê Konseya Ewropayê yê HEDEP’ê Fayik Yagizay jî girîngîya pêngavê anî ser ziman û wiha got:

“Nêzîkatiya dewleta Tirk û hêzên navneteweyî ya li hemberî Birêz Ocalan bi tevahî siyasî ye.

Lewma divê gelê Kurd jî bi temamî xwedî helwesteke siyasî be.”

Li Marsîlyayê bi hezaran kes ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

Bi hezaran kes li bajarê Marsîlya ê Fransayê bi heman aramcî ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan.

Strasbourg-Ev 597 hefte ne çalakiya li dijî tecrîdê didome

Back to top button