PAJK: Têkoşîna jinan a ji bo mafê xwe dikare veguhere şoreşê

Tevgear Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê bi Partiya Azadiyê ya Jinên Kurdistanê (PAJK) re hevpeyvînek kir.
Hevpeyvîn bi vî rengî ye: “Têkoşîna jinan a ji bo mafê xwe, dikare veguhere şoreşê. Jin dikarin têkoşîna maf veguherînin şoreşeke civakî.”

Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan (KBDH) bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê bi Partiya Azadiyê ya Jinên Kurdistanê PAJK re hevpeyvînek kir.

PAJK’ê di hevpeyvîna xwe de hemû jinên ku li tevahiya cîhanê li her qada jiyanê li çiyê, li kolnanan, li zindanan li ber xwe didin, silav kir û ev nirxandin kir:

Çîroka kevneşopiya me ya têkoşînê ji Roza Luksembûrg heta Sakîne Cansizan, ji Xwişkên Mîrabel heta Jîna Emînî, bi hêviya jinên şoreşger ên li zindanan li ber xwe didin tê nivîsandin.

Weke PAJK’ê di vê têkoşîna xwe de ku bi xwîna şehîdên leheng hate afirandin.

Heta ku jineke bi tenê kole û bindest bimîne em ê xwe azad nebînin.

Teqez heta azadiyê em ê vê çîrokê binivîsînin.

PAJK: Divê têkoşîn bê mezin kirin û veguhere şoreşeke radîkal

PAJK teqez kir pêwistî bi têkoşînên mezin heye û vê yekê jî veguherînin şoreşeke radîkal û domand:

“Ji bo têkbirina faşîzmê şert e ku tundiya şoreşgerî, birêxistikirina zorê û têkoşîna li ser vê bingehê bê meşandin.

Ji bo Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan rola xwe ya dîrokî bi cih bîne, dem ev dem e. Ji bo wê di vê ji her demê bêhtir xwe rêxistin bike.

Ji çalakiyên çekdarî heta bi çalakiyên kolanan divê çalakiyên dewlemend di vê demê de bêne birêxistinkirin.”

PAJK: Şoreşa gerdûnî ya bi pêşengiya jinê dikare pêk were

PAJK’ê herî dawî ji bo KBHD wuha bang kir û got:

“Sîstem di nava krîzeke bingehînî de ye. Ev pêvajo dişibe destpêka sedsala 20’an.

Ne şaş e ku mirov weke şerê parvekirinê yê emperyalîst ê 3’yemîn pênase bikin.

Stratejiya rêya 3’yemîn bersiva me ya rast e.

Destketiyên vê xetê ji aliyê gelê Kurd ve şoreşa Rojava ye ku bi pêşengiya jinê pêk hat.

Lewma em dibêjin ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye.

Weke KBDH bi dersên ji şoreşên derbasbûyî wergirtî divê em derfetên şoreşa Rojava bi kar bînin û rêxistiniya xwe xurt bikin.”

Back to top button