PDK’ê Silêman Ehmed revan û 21 rojin agahî jê nayê girtin

Ji Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed 21 rojin agahî nayê girtin.
Her ku diçe jî guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê.

Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin.

Ev 21 rojin agahî jê nayê girtin.

Asayîşa PDK’ê ya Dihokê jî bi daxuyaniyek tejî berovajîkirin gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye.

Ajansa Rojnewsê jî tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikin û şermezar kirin.”

Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin.

Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed jî zêde dibin.

Ev 20 rojin aqûbeta rojnamevan Silêman Ehmed nayê zanîn

Back to top button