Li Şengalê wesayîtek hat bombebaran kirin

Balafireke bêmirov û biçek ya dewleta Tirk ya dagirker li Sinûnê wesayîtek bombebaran kir.
Fermandariya YBŞ’ê ragihand ku di êrişê de şervanên wan Berxwedan Şengalî û Argeş Feqîr şehîd bûne.

Fermandariya YBŞ’ê derbarê êrişê de daxwiyaniyek da û got: “Duh derengiya şevê balafireke bêmirov û biçek ya dewleta Tirk ya dagirker li Sinûnê wesayîtek bombebaran kir.

Di êrîşa li Şengalê de 2 şervanên YBŞ’ê şehîd bûn

Di encama êrişê de şervanên me Berxwedan Şengalî û Argeş Feqîr şehîd bûne.

Ev êriş di salvegera rizgarkirina Şengalê de pêk hat.

Dewleta Tirk di rojek me ya pîroz de ev êriş pêkanî.

Bê guman ev êriş bê tehemuliya dewleta Tirk ya qirker a li hember rizgarkirina Şengalê ye.”

Fermandariyê eşekre kir ku Her du hevalên me di temenek ciwan de xwe kiribun şervanên çeleng, jêhatî û gelek mezin.

Lewma em ê jî xwedî li ked û xebata wan derkevin.

Li gor daxwiyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Berxwedan Şengalî
Cahit Derwêş Elyas
Navê Dayîkê: Besê
Navê Bav: Derwêş Elyas
Ji dayîkbun: 2000-Tilêzêr
Beşdarbun: 2017-Şengal
Cih û Dîroka Şehadetê: 13.11.2023-Sinunê

Argeş Feqîr
Seed Xelil Qasim Çuko
Navê Dayîkê: Kamo
Navê Bav: Xelil Qasim
Ji dayîkbun: 2000-Tilêzêr
Beşdarbun: 2016-Şengal
Cih û Dîroka Şehadetê: 13.11.2023-Sinunê

Back to top button