QSD: 2 şervanên Meclisa Leşkerî ya Reqayê birîndar bûn

Mayînek bi erebeya Meclisa Leşkerî ya Reqayê de hate teqandin û di encam de 2 şervanên Meclisa Leşkerî ya Reqayê birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber teqîna mayînekê bi erebeyekê wan ve du şervanên Meclisa Leşkerî ya Reqayê birîndar bûn.

Navendê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev agahî da:

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Kesên nenas, tê texmînkirin ku şaneyên DAIŞ’ê ne, mayînek bi erebeyeke Meclisa Leşkerî ya Reqayê ve teqandin.

Meclisa Leşkerî ya Reqayê nêzî rêya Romaniyê ya rojhilatê bajarê Reqayê dewriye dimeşand.

Di encamê de du şervanên meclisê birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê û rewşa wan a tenduristiyê baş e.

Hêzên me lêpirsîn dane destpêkirin.”

Back to top button