Lindsey Graham: Têkoşîna me li dijî DAIŞ’ê, wê dewam bike

Sînatorê Amerîkî Lindsey Graham, bi boneya salvegera yekemîn a rizgarkirina Baxozê ji DAIŞ’ê, hevkariya xwe bi QSD’ê re teqez kir.

Sînatorê Amerîkî Lindsey Graham bi rêya telefonê bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî re axivî.

Derbarê vê yekê de, Graham twittek li ser hesabê xwe par ve kir.

Lindsey teqez kir ku ji bo tunekirina DAIŞ’ê, ew ê her li gel QSD’ê bimînin û got:

Wek erk û berjewendiyeke ewlehî, em ê bi hevkarê xwe QSD’ê re, şerê li dijî DAIŞ’ê berdewam bikin.

Back to top button