Li Rojava 15 hezar sporvanên ciwan hene

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên sporê ji sala 2014’an û pê ve zêde bûne.
Nêzî 15 hezar ciwan tevlî van xebatên sporê bûne.
Hevserokê Yekîtiya Sporê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bozan Berkel anî ziman ku ew sporê weke rêxistiniyeke civakî dibînin.

Rêxistiniya sporê bi Şoreşa Rojava re di sala 2014’an de hîn bêhtir xurt bû.

Meclisên Sporê yên Herêmên Firat, Efrîn, Cizîr, Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê hene ku bi karê perwerde û rêxistiniyê radibin.

Ev 7 meclisên sporê bajar bi bajar xwe bi rengê komîteyê bi rêxistin dikin.

Nêzî 15 hezar ciwan di nava xebatên sporê de cih digirin.

Bozan berkel-Hevserokê Yekîtiya Sporê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Hevserokê Yekîtiya Sporê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bozan Berkel anî ziman ku karên sporê li her bajarî hatiye birêxistinkirin û got,

“Desteya Ciwanan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşvebirina sporê gaveke girîng avêt.

Ji bo daxwaz û motîvasyona ciwanan a ji bo sporê bê xurtkirin, girîngî ji perwerdeya sporê re tê dayin.

Ji bo spor di jiyana ciwanan de bibe xwedî cihekî girîng û li nava civakê belav bibe, tevkariyê dike.”

Tevlîbûna jinan girîng e

Endama Yekîtiya Sporê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sûha Mihemed jî li ser tevlîbûna jinan axivî û got:

Tevlîbûna jinên ciwan li nava sporê wê di guherîn û veguherîna civakê de xwedî roleke mezin be.

Bêguman di asta tê xwestin de nebe jî karên me yên sporê bi pêş ketiye.

Lê belê bi Yekîtiya Sporê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re wê rêxistiniya me hîn xurtir bibe.”

Back to top button