Rêxistina Mafên Mirovan a herêmê Cizîrê: qutkirina avê li ser herêmê sûcekî şer e

Meclisên Gel li Reqayê û Rêxistina Mafên Mirovan a Herêmê Cizîrê birrîna ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kirin û weke sûceke şer bi nav kirin.
Ji bo ku dewleta Tirk li gorî peymanên navnetewî tevbigere bang li civaka navneteweyî hat kirin ku zextê lê bikin.

Dewleta Tirk a dagirker ji meha çileyê ve ava Çemê Firatê li ser herêmên kêm kiriye, ev yek metrisiyên mezin bi xwe xwe re aniye.

Gel û saziyên Bakur û Rojhialtê Sûriyê li hembebrî vê rewşa metirsîdar di nav tevgerê de ne û bang li civaka navdewletî dikin ku bi erka xwe rabe û sînoran ji kiryarên dewleta tirk re deyînin.

Di vê derbarê de; Rêxistina Mafên Mirovan a Herêmê Cizîrê Daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ger dewleta Tirk bikaranîna çeka avê dewam bike, dê herêm di demeke pir nêz de bi kerasteke mirovî re rû bi rû bimîne.

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêmê Cizîrê diyar kir ku qutkirina ava Firatê ji aliyê dewleta tirk ve, gava yekemîn ber bi qirkirina herêmê ye û tekez kir ku ev kiryar li gorî Hevpeymana Roma sûcekî şer û sûcekî qirkirinê û binpêkirina peymanên navneteweyî yên girêdayî ava herêmê ye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêmê Cizîrê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li civaka navnetewî kir bêdeng nemîne û zextê li dewleta Tirk bike.

Meclisên Gel ên Reqa: Qutkirina ava Firatê sûcekî dijî mirovahiyê ye

Li aliyekî din, Endamên Meclisên Gel li Reqayê li Bajarokê Selhebiyê bi heman armancê kom bûn û daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku qutkirina Dewleta Tirk ji ava Firatê re sûcekî birêxistinkirî li dijî mirovahiyê ye û bang li civaka navdewlwetî hate kirin ku sûcên dewleta tirk bide sekirnanin.

“Qutkirina avê sûce, divê aliyên pêwendîdar bi lez destwerdan bikin”

Her weha li Tebqa, meclisa ciwanên partiya sûriya pêşerojê li ber çemê Firatê daxuyaniyk da, qutkirina avê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve şermezar kir û bang li aliyên pêwendîdar kir ku bi lez beriya keraseteke mirovî rû bide, destwerdan bikin.

Back to top button