Li Idlib û Laziqiyê di encama êrişên di navbera hêzên hikûmetê û çeteyan 2 kes hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Li herêma Bêçek di navbera hêzên hikûmeta Şamê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, şer û topbaran didome.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikûmetê bi topan bê ser û ber gundê Merbilît معربليت li gundewarê Idlibê topbaran kir.
Di encamê de jinek hat kuştin û 4 sivîl jî birîndar bûn.
Li aliyekî din jî, çeteyên Fatih El-Mubîn nuqeteyên hêzên hikûmetê yên li gundên bakûrê Laziqiyê bi topan êriş kirin.
Di encamê de leşkerekî hikûmeta Şamê hat kuştin.