Li Til Temirê 1000 malbat hatin bicihkirin

Hevserokê Buroya Karûbarên Rêxistinên Mirovî ya Navçeya Til Temirê Xelîl Xelo diyar kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî bi hezaran kes koçber bûne,
Xelîl Xelo da zanîn ku heta niha li Til Temirê 1000 malbat bi cîh kirine.

Bi destpêkirina êrîşên dewleta tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî pêla koçberiyê jî dest pê kir.

Hevserokê Buroya Karûbarên Rêxistinên Mirovî ya Navçeya Til Temirê Xelîl Xelo diyar kir ku 1000 malbatên ji Serêkaniyê û Girê Spî koçî navçeya wan kiribûn hatine bicîhkirin.

Xelîl destnîşan kir ku 4 dibistan ji bo koçberan hatine vekirin û li gorî derfetên xwe pêdiviyên wan bi cîh tînin.

Xelîl da zanîn ku pêwîstiya koçberan bi alîkariyan heye got, “Divê rêxistinên mirovî jî bi erkê xwe rabin û bi me re bibin alîkar.”

Leave a Reply

Back to top button