Mazlûm Ebdî: Ji bo serdana Emerîkayê tê vexwendin

Serdana Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ji bo Emerîkayê tê xwestin.
Piştî vexwendina serokê vî welatî, endamên Kongresa Emerîkî jî ji wezaret xwestin ku bi lez daxwaza serdana Fermandarê Ebdî bike da ku naveroka lihevkirina Sotçiyê nîqaş bikin.

Serokê Emerîka Donald Trump xwest ku Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî serdana Emerîka bike.

Ev yek piştî civîna wî ya çapmeniyê û pêk hat.

Trump eşkere kir ku, ew bi Fermandarê QSD’ê re axiviye û jê re teqez kiriye ku, girtîgehên DAIŞ’ê di bin kontrolê de ne û hejmarek ji kesên reviyane giritine.

Her wiha Serokê Emerîka îdîa kir ku, êdî agirbesta li Bakur Sûrî ne demkî ye û şer rawestiya ye.

Endamên Komarger û demokrat di Kongresa Emerîkî de jî ji wezareta karê derve ya Emerîka xwestin ku, ji bo nîqaşkirina lihevkirina Sotçiyê bi awayekî lezgîn daxwaza serdana Mazlûm Ebdî ji Emerîkayê re bike.

Kongresa Emerîka ji çaxa ku Serokê Emerîka Donald Trump biryara vekişînê ji Sûrî daye, di nava hewldanên betalkirina vê biryarê de ne.

Endamên wê, van hewldanên xwe bi metirsiya zindîbûna DAIŞ’ê, bihêzbûna Îranê û xeteriya êrîşa Dewleta Tirk ve girê didin.

Bi vî awayî cara yekê ku endamên Komarger û Demokrat di Kongresa Emerîkî de dibin xwedî yek nêrîn û helwest.

Leave a Reply

Back to top button