Li Berazîlyayê ji ber şemitîna axê 104 kes mirin

Li Brazîlya barana zêde jiyan tevizandiye. Tevî vê yekê jimarek zêde ya qurabaniyan ji li pey xwe hişt. Li eyaleta Rîo de Janeîro a Brezîlyayê ji ber şiliya zêde û şemitîna erdê bi kêmanî 104 kes mirin. Berpirsên eyaletê dibêjin, ev nêzî 100 salî ye baranek wiha bi dijwarî li herêmê ne bariyaye.

Li vir ne şev û ne jî roj heye. Tevgera tê dîtin, tenê ji bo xelaskirina kesên di bin axê de mayîye.

Li bajarê turîstîk ê çiyayî yê Petropolîsê ya li nêzî Rîo de Janeîro di nava saetekê de barana tevahiya meha Sibatê bariya.

Vê yekê jî hişt ku erd bişemite û rewş zehmet bibe.

Zanyaran sedema vê yekê bi germbûna global ve girê didin.

Ji ber vê jî tê pêşdîtin ku bûyerên wiha zêdetir bibin.

Li gorî bîlançoya nû li Petropolîsê ku nifûsa wê 300 hezar e bi kêmanî 104 kes mirine, 35 kes jî winda ne.

Hikûmeta Brezilyayê hişyarî da û got, dibe ku li vê herêma çiyayî ya erd dîsa bişemite.

Waliyê Rio de Janeîroyê Claudîo Castro yê ku çû herêmê, daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku li herêmê ji sala 1932’an ve barana herî zêde bariyaye.

Çileya 2011’an li Nova Frîbûrgo, Îtaîpava, Teresopolîsê û Petropolîsê ji ber lehiyê 900 kes miribûn.

Back to top button