Endamên Însiyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber APO diyar kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber APO daxwaza tevahî gelên cîhanê ye û gotin:
“Pêngava cîhanî dê bibe zemîneke xurt a têkoşîna aştî û azadiyê.”
Kesên ku xelata Nobel a aştiyê wergirtine beşdar Pêngavê bûn.
El Esîdî anî ziman ku pêngav li Arjantîn, Kanada, hemû Ewropa û Afrîkaya Başûr belav bûye û wiha nirxand:
“Rêbertî banga aştî û biratiya gelan dike, ferzkirina tecrîda giran tirsa ji ramanê Rêber Apo ne.”
Mihemed Husam Şewax jî dazanîn ku pêngava cîhanî ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan gerdûnî bûye û ev tişt anî ziman:
“Her çiqasî zextên rêjîma Tirk a faşîst li ser Rêbertî zêde dibin ewqasî têkoşîn û îsrara gelan a ji bo azadiya wî zêde dibin.”
Di dawiyê de endama însiyatîfê Hind Dagistanî jî ji bo pêngav xurtir dibe û azadxwazên cîhanê tev lê bûne û got:
“Li zindanan grev heye, divê dengê me jî bilind bibe û azadiya Rêber Apo pêk were.”
“Divê komîtiyên hiqûqî ji bo eşkerekirina rewşa Rêber Apo bikeve tevgerê”