14 milyon lître mazot li şêniyên Hesekê hate belavkirin

Komîteya Sotemeniyê ya Kantona Hesekê di 20’ê Tebaxê de dest bi belavkirina mazota sobeyan kir.
Hevseroka Komîteya Sotemeniyê ya Hesekê Viyan Çaçan da zanîn ku Komîteyê heta niha 14 milyon û 600 hezar lître mazota sobeyan li şêniyên bajêr Hesekê belav kiriye.

Viyan Çaçan diyar kir ku heta niha mazot li 49 hezar malbatan hatiye belavkirin, anku ji sedî 50 ji şêniyên Hesekê ye û wiha got:

“Komîteyê heta niha 14 milyon û 600 hezar lître mazota sobeyan li şêniyên Hesekê belav kiriye.

Ji her malbatekê re 300 lître mazot tê belavkirin.

Taxên mazota xwe wergirtine taxa Kelase, Mişêrfe, Nasire, Telai, Xişman, Salihiya Şimalî, Hara Eskeriye û Merşo ye.

Her wiha li navçeya başûrê jî li Neşwa Rojava û Rojhilat, taxa Zihor, taxa Leyla, bajarokê Til Tewîl û Sefiya û Til Mecdel mazot hatine belavkirin.

Li taxa Xiwêran û Salihiya Cinûb (başûr) jî dest bi belavkirina mazotê hatiye kirin û niha li bajarokê Mexrom Werde Şeqra û Um Medfeî mazot tê belavkirin.”

Back to top button