Hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî

Hovîtiya çeteyan a li Efrîna dagirkirî sînor û pîvan êdî derbas kirin. Çeteyan ev erdhej ji xwe re derfet dîtin û dizî û talana xwe zêdetir kirin. Efrîn POST ragihand ku 6 malên din li Efrînê hatin firotin.

Navçeya Cindirêsê ku piraniya avahiyên wê hatin xwarê û bi sedan şênî ku heya vê kêliyê di bin kavilan de ne, çete jî hovîtî û diziya xwe didomînin.

Tu aliyekî ku qaşo mafên insanan diparêzin deng ji xwe nayne.

Ji roja erdhejê ve, alîkariyên mirovî ji bo mexdurên erdhejê derbasî Efrînê dibin.

Ev alîkarî li şûna ku li mexduran werin belavkirin, tên dizîn û pişt re tên firotin.

Yên zerara herî mezin jî dîtine û heya vê kêliyê rûbirûyê qirkirinê ne, welatiyên Kurd ên ku li Efrînê mane.

Tora Çalakvanên Efrînê dîmenek parve kir tê de çend kamyonên ku bi alîkariyan barkirî ne xuya dike.

Lê di rastiyê de tu alîkarî tê de tune ye.

Tora Çalakvanên Efrînê da xuyakirin ku çend rêxistinên bi navê alîkariyê ji bo bi destxistina pereyan wiha dikin.

Her wiha Tora Çalakvanên Efrînê teqez kir ku beriya çend rojan rêxistine çû gundê Cemla yê Cindirêsê û li wir 30 kon vedan.

Piştî ku kon hatin vedan û dîmen jê re hat kişandin, ew kon rakirin.

Li aliyekî jî welatiyên Kurd ên li Cindirêsê ku ji wan hate xwestin dest ji malên xwe yên hilweşiyayî berdin, lê wiha nekirin.

Welatî bi derfetên xwe yên kêm konan li ber deriyê xwe vedidin û tê de dimînin.

Efrîn POST bûyerên firotina 6 malan li Efrînê belge kir

Efrîn POST jî firotina 6 malan li taxên Mehmûdiyê, Eşrefiyê û Zêdiya belge kiriye, ew jî wiha ye;

  • Çeteyekî Elhemzat mala Hisên Dawid ê ji gundê Badîna bi 1000 dolarî firot.
  • Çeteyekî Sultan Mûrad mala Horîk Şêxo yê ji gudnê Qêsim bi 1000 dolarî firot.
  • Çeteyekî li Efrînê jî mala welatiyê bi navê Şakir Hesen ê ji Cewlaqa bi 900 dolarî firot.
  • Mala welatiyê bi navê Heysem Reşîd ê ji gundê Qorna bi 1400 dolarî hat firotin.
  • Mala Berekat Şêxmûk bi 900 dolarî hat firotin.
  • Ebû Amir ê ji Xotaya Şamê jî, mala Şêx Kolîn ê ji gundê Şêx bi 700 dolarî firot.

Her wiha malbatên çeteyan bi hinceta ku wê kampekê ava bikin, dixwestin dest bidin ser parçeyek erdê Muxtarê gundê Tirenda.

Muxtarê gund neçar ma ku 500 dolarî bide wan, da dest nedin ser erdê wî.

Back to top button