Meclisa Malbatên Şehîdan li Til Temirê û meclisa Malbatên koçberên Serêkaniyê şehîdên ku li cih û demên cuda de şehîd bûne bi merasîman bi bîr anîn.
Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan a Kampa Serêkaniyê li rojhilatê Hesekê, bi merasîmekê 75 şehîdên di mehên Îlon û Cotmeha salên cuda de şehîd bûbûn, bi bîr anîn.
Bi dehan malbatên şehîdan, koçberên Serêkaniyê, endamên saziyên sivîl û leşkerî tevlî merasîmê bûn.
Di merasîmê de hat gotin ku, ji bo naskirina şehîdan û rastiya fikrê rêber Ocalan divê em şopdarên rêya wan bin.