Şêniyên Şedadê Şehîd El Hemles oxir kirin

Şervanê QSD’ê Kesar Casim El Hemles bi merasîmekê li goristana şehîdan a navçeya Şedadê hat oxirkirin.

Şervanê QSD’ê Kesar Casim di 30’ê Mijdarê de di encama êrişên dewleta Tirk li ser gundên Eyn Îsa de şehîd bûbû..

Bi dehan şêniyên navçeya Şedadê tevlî merasîma oxirkirinê bûn..

Piştî merasîma leşkerî, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Îman El Ferec axivî û sersaxî ji malata şehîd re xwest..

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Hogir El Mela jî axivî, soza şopandina rêya şehîdan da û ev bang kir:

Em bang li gelên herêmê dikin ku piştgir bin ji QSDʹê re û tev li refên wê bibin. Sekna li hemberî dewleta Tirk a dagirker erka tevahî gelê herêmê ye.”

Piştî axaftinan, wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin..

Cenazeyê şehîd bi dirûşm û tilîliyên dayikan hat veşartin.

Back to top button