Li Miyanmarê 38 xwepêşander bi guleyên artêşê hatin kuştin

Li Miyanmarê di xwepêşandanên li dijî darbeya leşkerî de, 38 xwepêşander bi guleyên artêşê hatin kuştin.

Dezgehên ragihandinê yên hikumî ragihand, ku meclisa leşkerî li 2 bajarokên herêma Yangon, qanûna cengî daye destpêkirin.

Li gorî daneyan, jimara qurbanên xwepêşandanên li Miyanmarê gihîşt nêzî 100 kesî, lê rêxistinên mafnasî dibêjin, jimar ji wisa bilindtir e.

Meclisa leşkerî carcaran sedema pêkanîna darbeya leşkerî, bi sextekarîya hilbijartinên Mijdara borî ve girê dide, lê gelê Miyanmarê vê yekê red dike û li dijî darbeyê xwepêşandanan li dar dixe.

1’ê Sibata borî artêşa Miyanmarê serokê welêt Win Myint û şêwermenda dewletê Aung San Suu Kyi girtine û rewşa awarte li welêt ragihandiye. Her wiha fermandarê artêşê Min Aung, desthilatdarîya welêt wergirt.

Back to top button