Şêniyên Dirbêsiyê cenazeyê şehîd Ebdulhemîd Derwîş oxir kirin

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya bajarê Hesekê cenazeyê şervanê QSD’ê Ebdulhemîd Derwîş oxirkirin û soza dan ku ew ê rêya şehîdan bişopînin.

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Ebdulhemîd Derwîş di 30’yê Nîsanê dema ku li navçaya Eyn Îsayê erka xwe ya leşkertiyê pêk dianî, şehîd bû.

Îro li goristana Şehand a navçeya Dirbêsiyê ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd merasm hat lidarixistin.

Ji şêniyên bajarê Hesekê û navçeya Dirbêsiyê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin.

Bi navê malbata şehîd, apê şehîd Ekrem Derwîş jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştî axaftinan, wesîqeta Şehadetê hatin xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Back to top button