Li Libnanê şerê komên Filistînî gijwar bû

Li Libnanê tevî agirbesta hatî ragihandin şerê di navbera komên Filistînî de careke din dijwar bû.
Di nava sê rojan de heta niha 11 kes mirine û 40 jî birîndar bûne.

Ev şer tevî agirbesta li kampa Eyn el Helwa ya herî mezin ku penaberên Filistînî lê ne hatî îmzekirin pêk tê.

Tevî aramiya di nava rojê de, saetên şevê careke din dengê çekan hat bihistin.

Hat destnîşankirin ku di şerê li kampa ku 60 hezar kesî ya li bajarê Seyda yê başûrê welête, çekên giran hatin bikaranîn.

Komên Filistînî yên di nava kampê de doh bi çekên giran û topên hawanê li navendên hev xistin.

Di sê rojan de 11 Kes mirin, 40 Jî birîndar bûn

Ajansa Alîkariyê ya ji bo Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) di 31’ê Tîrmehê de ragihandibû ku di encama şerê 29’ê Tîrmehê li Kampa Eyn Helwayê derketine 11 kes mirine û 40 kes jî birîndar bûne.

Bi navbeynkariya aliyên Libnanî 31’ê Tîrmehê, di navbera komên filistînî de agirbest hat ragihandin.

Lê tevî agirbestê jî dem bi dem di navbera aliyan de şer rûdide.

Li Libnanê di nava komên Filistînî de şer: 11 kes mirin

Back to top button