Careke din nirxê sotemeniyê li herêmên Dagirkirî bilind bû

Ji ber ketina nirxê lîreyê Tirk ya li hember dolarê Amerîkî, careke din li Idlibê nirxê sotemeniyê bilind bû.

Lîreyê Tirk yê ku her roj li pêşberî dolarê Emerîkî dihele bandorê li jiyana rojane ya li herêmên dagirkirî jî dike.

Li Idlibê nirxên sotemeniyê û gazê careke din bilind bû.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li ser her lîtreyeke benzîn 10 Quriş ên Tirk zêde bûn.

Bi vî rengî nirxê her lîtreyeke benzîn bû 4 lîre û 60 Quriş û lîtra mazotê jî bû 4 lîre û 50 Qurişê Tirk.

Bi pereyên Sûrî her lîtreke benzîn û mazot 2000 lîre ye.

Cereyê gazê bi 62 lîreyan bû, gihîşt 65 lîreyê Tirk.

Dagirkeriya Tirk bi bihaneya ferzkirina cezayên aborî yên qanûna Qeyser li ser hikûmeta Şamê, lîreyê Tirk li herêmên dagirkirî fermî kir.

Êdî ji wê demê û vir de aloziyên di hundirê Tirkiyê rasterast bandorê li herêmên dagirkirî dike.

Li kêleka lîreyê Tirk, ziman û çanda Tirkî jî li wan herêman hatiye ferzkirin.

Back to top button