Kremlîn serokomariya Tirkiyê derewand

Di navbera Enqere û Moskowê de, bêhna aloziyê tê.
Serokomariya Tirkiyê xwest peywendiya navbera aliyan baş nîşan bide, lê Kremlîn ev yek red kir.
Serokomariya Tirkiyê got, peywendiya nabera Erdogan û Putin baş derbas bûye û aliyan li ser serdana Putin a Tirkiyê lihev kirine.
Kremlînê jî got, Ti lihevkirinek pêk nehatiye û ji bo niha serdana Putin bo derve zehmet e.

Ragihandina Serokomariya Tirkiyê bi lez û bez hewil dide têkliyên navbera Enqere û Moskow baş nîşan bide.

Lê Kremlîn bi heman xemsariyê nêz nabû.

Serokomarê rejîma faşîst ya Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûya Vladimir Putin peywendiyek telefonî pêk anîn.

Piştî axaftinê, Rêveberiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê daxuyaniyek parvekir ku xwest nîşan bide ku peywendî baş derbas bûye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, aliyan li ser serdana Putin ya bo Tirkiyê li hev kirine.

Lê belê, Kremlînê berovajî vê yekê anî ziman.

Kremlînê diyar kir ku cihê rast ji bo hevdîtina rû bi rû nehatiye diyarkirin.

Kremlînê teqez kir ku wê hevdîtina rû bi rû di pêşerojê de were plankirin.

Kremlîn: Cihê civîn lê pêk were nezelal e

Berdevkê Kremlînê Dmitri Peskov bal kişand ser wê yekê ku ne diyar e ku civîna nû li Tirkiyê bê lidarxistin.

Li gorî daxuyaniya Kremlînê hîna cihê civîn lê pêk were jî nediyare.

Beriya niha jî Peskov di civîna li St. Petresborgê de anîbû ziman ku serdana Putin ya ji bo welatên derve zehmet e.

Back to top button