Putin û Erdogan: Piştî Vilnius danûstandina yekem

Têkliyên Enqere-Moskow di demek hesas re derbas dibe.
Putin û Erdogan piştî lûtkeya NATO a li Vilnius cara yekem wê hevdîtinê bikin.
Peywendiya telefonê ya ku wê pêk bê, ji bo têkiliyên dualî û pêşeroja peymana korîdora genim girîng e.

Di dema ku Erebîstana Siûdî di şerê Rûsya û Ukraynayê de hewl dide navbeynkariyê bike, di têkiliyên Tirkiye-Rûsyayê de qonaxeke hesas tê jiyîn.

Serokomarê rejîma Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin piştî ku Tirkiyê di Lûtkeya NATOyê ya li Vilniusê da endamtiya Swêdê ya di prensîbê da pejirand, sibê cara yekem wê hevdîtinê bikin.

Erdogan û Putin herî dawî 24’ê Hezîranê, di dema Cejna Qurbanê de bi rêya telefonê hevdîtin kiribûn.

Erdogan û Putin di peywendiyê de, qala aloziya ji ber serhildana Wagner derketî hatibû gotûbêjkirin.

Ji bo ku Swêd bibe endamê NATOyê divê hemû endamên îtîfaqê erê bikin.

Beriya Vilniusê, serdana Serokomarê Ukraynayê Zelensky bo Tirkiyê û şandina fermandarên Ukraynayê yên Azov ku Rûsyayê wan weke “terorîst” bi nav kiribû bo Ukraynayê jî bo sedem ku bayê sar di navbera her du welatan de biherike.

Paşeroja peymana genim û bernameya hevdîtina rûbirû

Peywendiya têlefonê ya Erdogan û Putin ne tenê piştî Vilniusê têkiliya yekem e, di heman demê de ji bo ku peymana korîdora genim dîsa pêk were jî krîtîk e.

Tê payîn ku di vê pêwendiya telefonî de roj û cihê hevdîtina rû bi rû ya Erdogan û Putin were diyarkirin.

Tirkiye nêzî Rojava dibe?

Hin gav û geşedanên vê dawiyê bûne sedema pirsiyara gelo ji ber krîza aborî Tirkiye dixwaze ji Rûsya durbikeve û xwe nêzî Rojava bike bixwere tîne.

Li Erebîstana Siudî civîna bo Ukrayna

Di dema ku şerê Rûsya û Ukraynayê dewam dikin de, hewldanên navbeynkariyê yên gelek welat û saziyan jî di rojevê de ne.

Civîna nû bi şêwirmendên ewlekariya netewî yên hin welatan re li ser cîbicîkirina formula aştiyê ya Ukraynayê wê dawiya vê hefteyê li Erebistana Siûdî were lidarxistin.

Civîna berê di dawiya meha Hezîranê de li Danîmarkayê hatibû lidarxistin:

Berdevkê Kremlînê Peskov di daxuyaniya ku da de got, “Rûsya wê civînê ji nêz ve bişopîne.”

Li gorî nûçeya Reutersê, ji bo civîna li Ciddeyê ji welatên weke DYA, YE, Misir, Meksîka, Îngilîstan, Polonya û Zambiyayê nêzî 30 welat û sazî hatine vexwendin.

Back to top button