Ji polîsên Brezîlî oparasyon: Herî kêm 45 kes mirin

Li Brezîlya bi rojane polîsan li dijî çeteyên madeyên hişbir oparasyonan pêk tînin.
Di oparasyonên li sê eyaletan de, herî kêm 45 kes mirin.

Li herêma Complexo da Penha ya Rio de Janeîro, di navbera polîs û çeteyan de şer derket.

Herî kêm 10 kes mirin.

Medyaya herêmî ragihand ku di nav kuştiyan de bazirganekî navdar ê narkotîkê jî heye.

Li Sao Pauloyê hat ragihandin, di operasyona ku 5 rojan dewam kir de 16 kes mirin û 58 kes jî hatin binçavkirin.

Operasyon piştî ku roja Pêncşemê polîsekî hêzên taybet li bajarê Guarujá hat kuştin dest pê kir.

Waliyê eyaleta Sao Paulo Tarcisio de Freitas diyar kir ku di pevçûnan de 2 polîs hatine kuştin.

Lê belê operasyona li Guarujáyê rastî berteka Wezîrê Dadê yê welêt Flavio Dino hat.

Wezîr Dîno, ji ber sûcê ku hatiye kirin ‘bertekên nehevseng’ ên polîsan rexne kirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî diyar kir ku êrîşa polîsan a li Guarujá “dîmenên eşkere yên tolhildanê nîşan dan”.

Rayedaran her wiha ragihand ku ’19 gumanbar’ ji roja Înê û vir ve li eyaleta Bahia ya li bakur-rojhilatê welêt hatine kuştin.

Piştî îstixbareta kombûna serokên çeteyan oparasyon pêk hat

Polîsê Rio de Janeiro ragihand, operasyon piştî îstixbarata ku serokên çeteyên bazirganiya narkotîkê wê li Complexo da Penha kom bibin, hatiye destpêkirin.

Şahidan diyar kir ku di navbera çeteyên bi çekên giran û polîsan de şer derket.

Li herêmê ji ber operasyonê roja Çarşemê dibistan hatin girtin.

Brezîlya dinava tundiya polîs û çeteyan de parçe bûye

Digel ku jimara zêde ya bûyerên şîdetê yên çekdarî li welêt, fikarên ewlehiyê zêde dike, giliyên li ser binpêkirina mafên mirovan ji hêla polîsan ve jî zêde dibin.

Ji bo sererastkirina vê rewşê hin hewldan hene.

Ji sala 2020’an ve, polîsên leşkerî li Sao Paulo di oparasyonan de, kamereya bi cilên xwe ve dikin bikar tînin.

Piştî vê pêkanînê di nava du salan de hejmara kesên ji aliyê polîsan ve hatine kuştin ji sedî 61 kêm bû.

Tê diyarkirin ku Serokê Brezîlyayê Luiz Inácio Lula da Silva, dixwaze pêkanîna kamereya bi cilan ve, li seranserî welêt pêk bîne.

Li Brezîlya oparasyona li dijî madeyên hişbir: 33 kes mirin

Back to top button