Li Brezîlya oparasyona li dijî madeyên hişbir: 33 kes mirin

Li Brezîlya çeteyên madeyên hişbir polîsek kuştin.
Piştî vê yekê li nava welat oparasyonek berfireh ya li dijî tevnên madeyên hişbir hate despêkirin.
Di nava 5 rojan de, herî kêm 33 kes hatin kuştin.

Li Brezîlyayê di pênc rojên operasyonên polîsan ên li dijî çeteyên narkotîkê de herî kêm 33 kes hatin kuştin.

Polîsekî tevgera taybet a 30 salî dema li bajarê peravê Guaruja nobetê digirt hat gulebarankirin.

Piştî vê yekê di roja Înî de oparasyon hat despêkirin.

Waliyê eyaleta Sao Paulo Tarcisio de Freitas ragihand ku di operasyona ku ji aliyê polîsên leşkerî ve li herêma Baixada Santista hat lidarxistin de 14 kes mirin.

Di operasyonên ku rojên yekşem û duşemê yên li eyaleta Bahîayê li sê bajarên cuda hatin kirin de 19 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku di operasyonan de gumanbarê kujer jî di nav de herî kêm 32 kes hatin binçavkirin.

Di serdegirtinan de 11 çek û 20 kîlo tiryak hat bidestxistin.

Hat diyarkirin ku “Operasyona Mertalê” wê herî kêm 30 rojan bidome.

Welatiyên ji kanala televizyonê Globo News re axivîn, îdia kirin ku di dema operasyonê de polîsan êşkence li wan kiriye.

Waliyê nêzî Bolsonaro ji oparasyonê keyfxweş e

Walî De Freitas roja Duşemê got, ew ji pêşveçûna operasyonan “pir razî ye”.

De Freîtas îdiayên ku polîsan binpêkirina mafên mirovan kiriye red kir û got;

Hemû kesên hatine kuştin di encama şerê bi polîsan de pêk hatiye.

Walî doh got ku “tundrewî” ya hêzên ewlekarî tê lêkolîn kirin û efserên polîs ku ji desthilatên xwe derbas dibin dê bêne cezakirin.

Li Brezîlyayê polîsên leşkerî yên ku ji van operasyonan berpirsyar in di bin kontrola rêveberiya eyaletê de ne.

Waliyê Eyaleta Sao Paulo Tarcisio de Freitas, di dema serokatiya Jair Bolsanaro de, di xeta rastgir a Brezîlyayê de, wekî wezîrê binesaziyê xebitî.

De Freitas di heman demê de wekî yek ji serketiyên gengaz ên Bolsonaro jî tê binav kirin.

Li gorî daneyên saziya sivîl a bi navê Forûma Ewlehiya Giştî ya Brezîlyayê, li welêt par hejmara kesên bi guleyên polîsan hatin kuştin 6 hezar û 429 e.

Back to top button