Zelensky: Divê qada hewayî ya Ûkranya li balafirên Rûsyayê re were qedexekirin

Serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy bang li hêzên Ewropayê kir ku li dijî balafirên Rûsyayê qada hewayî ya Ûkranyayê ji Rûsan re qedexe bikin. Alîkarê Serokê Brîtanyayê Dominic Raab bangewaziya Ûkraynayê ya ji bo qedexekirina qada hewayî red kir. Serokê Amerîkayê Joe Bîden û Wezîrê Aboriyê yê Fransa Bruno Le Maire Bixuno lo Mêx jî eşeke kirin ew ê şerê aborî û darayî li dijî Rûsyayê dijwartir bikin. 

Rûsya hîna ji ya xwe nehatiye xwar û di dagirkirina Ûkraynayê de bi israr e.

Li dijî wê jî, hem ceza tên birîn û hem jî brtekên tund tên nîşandan.

Serokê Dewletê yê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky şevê din jî daxuyaniyek da.

Tê de Zelensky bang li welatên cîhanê kir ev got

“Êdî dem hatiye ku dewletên rojavayî qadeke qedexekirina hewayî ji moşek, balafir û helîkopteran re ava bikin.

Em dixwazin ev biryar êdî pêk were.”

Dimitri Kuleba: Divê Rûsya were tecrîdkirin

Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Dimitri Kuleba li ser hesabê xwe yê twîtterê bi peyamekê bang kir ku Rûsya ji tevahiya qada navneteweyî bê tecrîdkirin.

Dimitri di peayama xwe de dibêje:

“Putîn, dike û nake nikare Ûkraynayê parçe bike.

Her ku bihêrs dibe, bêhtir sûcên şer dike û sivîlên bêguneh dikuje.

Mirovahî dikare tiştên zêdetir bike û divê bike jî.

Zexta heyî zêde bikin û Rûsyayê tecrîd bikin.”

Brîtanya: Em qada hewayî ya Ûkranyayê li balafirên Rûsyayê nagirin

Alîkarê Serokê Brîtanyayê Dominic Raab, bangewaziya Ûkraynayê ya ji bo qedexekirina qada hewayî red kir.

Raab got:

“Em ê li ser Ûkraynayê qadeke qedexekirina ji balafiran re ava nekin.

Em ê bi rêya bêparhiştina ji piştgiriya aborî, leşkerî re bihêlin Putîn bi paş de gavan bidin avêtin.”

Joe Biden: Em ê zextên li ser Rûsyayê zêdetir bikin

Serokê Amerîkayê Joe Bîden jî li ser rewşa heyî doh daxuyaniyek da.

Joe Biden li dijî Rûsya diyar kir ku dîrok nîşan daye ger hêzên dîktator berdêl nedin wê li ser cîhanê bibin sedema tevliheviyê.

Joe Biden eşkere kir ku wê qada hewayî ya Amerîkayê ji hemû balafirên Rûsyayê re bigirin û zext û tecrîda li ser Rûsyayê zêdetir bikin.

Wezîrê aboriyê yê Fransa: Em ê şerê aborî û darayî li dijî Rûsya dijwartir bikin

Wezîrê Aboriyê yê Fransa Bruno Le Maire Bixuno lo Mêx jî dibêje :

“Em ê şerekî aborî û darayî yê berfireh li dijî Rûsyayê bidin destpêkirin û kar bikin ku aboriya Rûsyayê têk biçe.

Her wiha samanên Rûsî yên ku li welatên Rojava digîhîje hezar milyar dolarî bên cemidandin. ”

Hat diyarkirin ku hevdîtinên duh li Belarûsê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de dest pê kiribûn îro li sînorê Ûkranya û Belarûsê pêk bên.

Serokê Belarûsê Aleksandr Lûkaşenko, diyar kir ku dibe ku guftûgoyên di navbera Rûsya û Ûkraynayê de rê li ber hevdîtina Pûtîn û Zelenskî veke.

NATO’yê da aznîn ku wezîrên karên derve yên welatên endam wê sibe 4’ê Adarê demildest ji bo Ûkraynayê li hev kom bibin.

Back to top button