Piştî hevdîtinên bi Rêber Ocalan re tofanê despê kir

Şandeya Îmraliyê herî dawî di 5’ê Nîsana 2015’an de li gel Ocalan hevdîtin pêk anîn. Piştî vê hevdîtinê pêvajoyek nû, tarî û şer dest pê kir.

Endamê Şandeyê Sirri Sureya Onder got: Ger zemîna Îmraliyê ji nûve were zindîkirin, wê ev yek dawî li krîza heyî bêne.

 

Gelê kurd Rêber Ocalan wek muxatabê pirsgirêka kurd dibîne.

Ocalan ji Sibata 1999’an ve li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê ragirtin.

Li ser banga Ocalan di sala 2013’an de li Tirkiyê pêvajoya çareserî û aştiyê dest pê kir.

Bi navê Şandeya Îmraliyê ku ji şandeyek siyasetmedaran pêk dihat nêzî du salan bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn.

Li ser bangên Ocalan, gerîlayên HPG’ê paş ve vekeşiyan û çek bêdeng bûn.

Şandeyên Mirovên Aqilmend ava bûn û li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li gel rêxistinên civakî, partiyên siyasî û malbat û kesayetan û civakê civîna û hevdîtin pêk anîn.

Hevdîtina Şandeyê ya li gel Ocalan herî dawî 5’ê Nîsana 2015’an pêk hat.

Ocalan di hevdîtina li gel şandeyê ya dawî de gotibû:

“Dibe êdî we neynin vir û ev hevdîtina me ya dawî be.”

Piştî vê hevdîtinê şande qet neçû cem Ocalan.

Onder: Ocalan hişyarî dabû û şer dest pê kir

Paşê polîtîkaya tecrîtê ya kûrkirî ket dewrê, carek din pêvajoya siyaset sekini û ji nûve şer dest pê kir.

24’ê Tîrmeha 2015’an dewleta tirk êrîşî herêmên parastinê yên Mediya kirin.

Êdî rewşa inkar û qirkirinê careke din ketibû meryetê.

Yek ji endamê Şandeyê Sirri Sureya Onder ê wê demê parlamenterê HDP’ê bû têkildarî salvegera hevdîtina dawî ya li Îmraliyê ji ajansa Mezopotamya re axivî.

Sirri Sureya Onder diyar kir ku piştî bidawîkirina pêvajoya çareseriyê, dewletê rêbaza xwe ya “ewlekariyê” ku 40 sal e têde israr dike xist dewrê û dîsa vegeriya ser nêzîkatiyên xwe yên berê.

Onder: Heke zemîna Îmrali ji nûve were zindîkirin

Onder ji bo çareseriya krîza heyî ev tişt anî ziman:

Ez wisa pêbawerim ger zemîna Îmraliyê ji nûve were zindîkirin wê rêwîtiya welatê me û herêma me ya ber bi sedsala 22. ve dest pê bike û ji bo gerîneka dinya ketiyê wê bibe rêberek ronî.

Divê her kes ji bo vê xeyal û daxwaza xwe hewl bide.

Back to top button