Li herêma Çaldêranê kolberek hat kuştin

Li herêma Çaldêranê di êrişa hêzên Îranê de kolberekê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Kolbernews’ê, îro li herêma sînor a Çaldêranê, navbera Rojhilatê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê hêzên Îranê komek kolber gulebaran kir. Di êrişê de kolberê bi navê Kemal Elî Hulo jiyana xwe ji dest da.

Hêjayî gotinê ye ku duh jî li heman sînorî hêzên Iraqê komek kolber gulebaran kiribû. Di encamê de kolberê bi navê Hesen Delalî Mîlan jiyana xwe ji dest dabû.

Back to top button