Rûsya bi balafirên bêmirov êrişî bendera Odessa kir

Rûsya bi balafirên bêmirov êrişî navenda bendera Odessa kir.
Li aliyekî din, metirsiya Wagnerên li Belarûsê welatên cîranê Ukrayna xistine nav fikaran.
Koşka Spî jî got, Êrişek wagner ya li ser van welata wê weke êrişek li dijî NATO were dîtin.

Rayedarên Ukraynayê ragihand ku wan balafireke bêmirov a Rûsyayê li bender û navendên pîşesaziyê yên li başûrê Odessayê xist.

Piştî êrîşê şewat derket.

Di êrîşê de ziyan gihîşt depoyeke genim.

Hêza hewayî ya Ukraynayê beriya niha ragihandibû ku balafirên bêmirov ên Rûsî ji benderên sereke yên li ser Dunayê ber bi Îzmaîl ve difirin.

Rûsya piştî ku meha borî ji peymana genim a bi Ukraynayê re vekişiya, dest bi armanckirina benderên Ukraynayê kir.

Her wiha Rûsya gef li keştiyên ku ber bi benderên Deryaya Reş ên Ukraynayê ve diçin, xwar.

Ji ber vê yekê, çemê Dunûb ji bo hinardekirina genimê Ukraynayê alternatîfek girîng tê dîtin.

Tarîtiya Kîevê bi tevgera balafirên bêmirov ya li ser paytextê re, cihê xwe ji metirsiyê re hişt.

Berprisên leşkerî ragihand ku wan di êrişa balafirên bêmirov de ti ziyanek pêk ne hatiye.

Jimara koçberên Ukrayna yên li polonya 14 mîlyon derbas kir

Di vê navberê de Polonya ji Ukrayniyan tejî bûye.

Hêzên parastina sînor yên Polonya ragihandin ku jimara Ukrayniyên derbasî sînorê wan bûyî, gihişt 14 mîlyon 182 hezarî.

Koşka Spî: Ti nîşaneyek wagner bo welatên NATO gefe tine ye

Li aliyê din, welatên Ewropa yên cîranê Ukrayna ji bicihbûna Wagner ya li Belarûsê bifikarin.

Nûnera Daîmî ya DYA li NY Linda Thomas-Greenfield diyar kir ku êrîşa koma çeteyên Wagner a Rûsyayê ya li ser her welatekî NATO’yê wê weke êrişa li ser tevahî welatan pêk hatî bê dîtin.

Ji Koşka Spî John Kirby got, ti nîşan nîne ku Wagner gefê li Polonya an jî hevalbendên wê yên NATOyê dixwe.

Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Koşka Spî John Kirby di civîneke çapemeniyê ya online de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Kirby careke din diyar kir ku wan ti metirsiyek Wagner ya li ser welatên navborî ne dîtine.

Ji bo şerê li Ukrayna li Erebîstana Sûdî amadekariyên lûtkeyê

Di vê navberê de, di dawiya hefteyê de li Erebîstana Siûdî ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê civîneke bilind tê lidarxistin.

Nûnerên 30 welatan wê beşdarî civînê bibin.

Li Moskowê êrişa bi balafirên bêmirov

Back to top button