Li Moskowê êrişa bi balafirên bêmirov

Li paytexta Rûsya Moskow êrişeke din a bi balafirên bêmirov pêk hat.
Di wextekî ku kesê êriş negirt ser xwe de, Moskow, Kîev ji êrişê berpirsyar nîşan da.

Li paytextê Rûsya Moskowê doh bi şev careke din êrişek bi balafirên bêmirov pêk hat.

Şaredarê Moskowê Sergey Sobyanin ragihand ku bi şev çend dronên bêmirov hatine xistin û yek ji wan li li taxa bajarê Moskowê ketiye.

Ligel ku ji derveyê avahiyê xisar dît jî tu kes birîndar nebû.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Ukrayna ji êrîşê sûcdar kir.

Ukrayna kêm caran berpirsiyariya van êrîşan lixwe girtiye.

Piştî êrişa Yekşemê di peyameke vîdyoyî de, Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got;

Şer derbasî nav axa Rûsyayê dibe.

Zelensky lê zêde kir ku ev êriş xwezayî, rawa û dîyar bûn.

Moskow ya 500 kîlometreyan ji sînorê Ukraynayê dûr e heta hefteya borî kêm caran dibû armanca êrişan.

Ya herî girîng ji van du êrîşên dronê ku di meha Gulanê de zirar da banê Kremlin.

Rûsyayê îdia kir ku Ukraynayê ev êrîş ji bo hedefgirtina Serok Vladimir Putin pêk aniye.

Lê Ukraynayê berpirsyariya êrîşê negirt ser xwe.

Serokê Rûsyayê Putin Yekşemê got;

Ew fikra danûstandinên aştiyê li gel Ukraynayê red nakin.

Ji aliyê din ve Putin îşaret bi wê yekê kir ku dema artêşa Ukraynayê êrîş bike wê zehmet be ku agirbest pêk were.

Ukrayna û Rûsya ji bo li ser maseya aştiyê rûnên gelek şert û merc danîne.

Kîev got; ew ê dev ji herêmên xwe yên ketine bin kontrola Rûsyayê bernedin.

Rûsyayê jî dibêje êdî divê Ukrayna rastiya nû qebûl bike.

Rûsya ku par êrîşî cîranê xwe kir, li rojhilat û başûrê Ukraynayê herêmên mezin kontrol dike.

Putin 29’ê Tîrmehê di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku tu planeke wî ya xurtkirina pevçûna li Ukraynayê nîne.

Serokê Rûsya ji bo girtina kesên şer rexne dikin parast û got;

Ev kes ji hundir ve zirarê didin Rûsyayê.

Zelensky: Şer derbasî Rûsya dibe!

Back to top button