Mîna Gurên Boz.. Fransa biniyet e “Milli Goruş” qedexe bike

Piştî jinavbirina Tevgera Gurên Boz a Tirkî, niha Parîs biniyet e tevgereke din a Îslamî-Tirkî li welêt qedexe bike..

Berdevkê hikumeta Fransî Gabriel Attal ragihand ku cihê Komeleya Milli Görüş a Îslamî ya Tirkiyê êdî li Fransayê nemaye û nirxên komarê binpê dike.

Attal teqez kir ku ev komeleya Tirkî li dijî wekheviya jin û zilam e û her wiha li dijî rûmeta mirovahiyê kar dike.

Da ku rê li ber tevger û çalakiyên komên tundrew were girtin, niha, parlamena Fransî projeqanûna “rûbirûbûna tundrewiya Îslamî” nîqaş dike.

Milli Görüş û du rêxistinên din ên Îslamî, li dijî vê projeqanûnê derketine.

Herî dawî, Wezareta Derve ya Fransî ragihandibû, ku çi tevgerên vê qanûnê red bikin, wê hikumet wan bixe jêr çavdêriyeke giran.

Komeleya Milli Görüş navenda xwe ya sereke li Almanya ye û roleke sereke di jiyana Mislimanên li Fransa û giştî Ewropayê de digerîne.

Back to top button