10 malbatên din vegeriyan Şengalê

Weke bersiv ji bo planên wan ên dagirkirina Şengalê, Şengalî li warê xwe vedigerin û bi vê jî peyamê didin Bexdayê ku rewş li wir aram e. Niha jî 10 malbatên din ên Şengalî li warê xwe vegeriyan.

Vê dema ku gefên destwerdanê li ser Şengalê dewam in, xelkê Şengalê bi her rê û rêbazê hewl didin xwedî li warê xwe derkevin.

Bi vê armancê, 10 malbatên din ên Şengalê yên li kampên Başûrê Kurdistanê bûn, duh vegeriyan Şengalê.

Li gorî agahiyên ji Komîteya Pêşwazîkirina Koçberan a Rêveberiya Xweser a Şengalê, ev 10 malbat li navçeya Sinûnê û li bajarokê Xanesorê bi cih bûne.

Malbatên vegerayî diyar kir ku bi vê helwesta xwe xwestine nîşanî rêveberiya Bexdayê bidin ku Şengal aram e.

Back to top button