Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku Tirkiyê ji hilweşîna aborî xilas bike berê xwe daye kendavê.
Hate ragihandinê ku Tirkiyê û Erebistana Siûdî di warên razemenî û parastinê de peyman îmze kirin.
Li gorî medyaya Erebistana Siûdî, Recep Tayyîp Erdogan û Bin Selman hevdîtin pêk anîn.
Piştî hevdîtinê têkiliyên di navbera her du welatan de, hevkarî û derfetên pêşxistina gelek qadan hate nîqaş kirin.
Her wiha geşedanên herêmî û navneteweyî jî bûne mijara nîqaşê.
Li gorî agahiyan Erebistana Siûdî û Tirkiyê li ser 3 xalan li hev kirine.
Ew xal jî qadên razemenî, ragihandin û planeke ji bo pêkanînê tevkariyê di warê pîşesaziya parastin, lêkolîn û pêşxistinê de ne.
Hate gotin ku her du aliyan du peyman bi şîrketa Baykar a parastinê, nemaze balafirên bêmirov, îmze kirin.
Erdogan ji bo Tirkiyê ji hilweşîna aboriyê xilas bike çûye kendavê
Têkiliyên Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê di sala 2018’an de piştî qetilkirina rojnamevan Cemal qaşiqçî li konsolosxanaya Erebistana Siûdî ya li Tirkiyê xira bibû.
Li di Nîsana 2022’yan de têkîliyên herdû welatan hatin sererastkirin û ji wê demê de ev serdana duyemîn a Erdogan a li Siûdiyê ye.
Edogan di serdana xwe ya li Kendavê de hewl dide Tirkiyê ji hilweşîna aboriyê xilas bike.