YPG: Ti çalakiyên me yên leşkerî li Til Rifetê pêk nehatine

YPG’ê îdiayên dewleta Tirk ku digot şervanên YPG`ê ji Til Rifetê êrişî baregehên wan kirine derewand.

Duh Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk îdîa kir ku YPG’ê ji herêma Til Rifetê êriş birine ser baregehê wan.

YPG’ê derbarê vê yekê de daxuyanî da û idîayên dewleta Tirk derewandin.

YPG’ê ragihand ku li herêma Til Rifetê ti çalakiyên wan yên leşkerî pêk nehatine û 7 şervanên YPG’ê li wir şehîd neketine.

YPG’ê diyar kir ku dewleta dagirker ji bo ku êrişên xwe rewa bide nîşandan, propagandayên derew ên bi vî awayî dike.

Back to top button