Şandeyeke Belçîkî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

Şandeyeke Belçîkî serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Şandeya Belçîkî ya bi serokatiya berpirsê dosyaya Sûrî û nûnerê Wezareta Karên Derve ya Belçîkî Erik Di Monik ji aliyê Hevserokê Dareya Têkiliyên Derve Ebdilkerîm Omer û cîgirên wî hatin pêşwazîkirin.

Di civînê de, pêvajoya siyasî, girtina deriyê Til Koçer, qutkirina ava li ser Hesekê, binpêkirinên li herêmê û gelek dosyayên din hatin nîqaşkirin.

Erik Di Monik destnîşan kir ku Hikûmeta Belçîka rola QSD’ê di têkbirina terorê de nas dike û der barê rewşa malbat û zarokên DAIŞ’ê yên li kampan de bifikar e.

Di Monik diyar kir ku Hiûmeta Belçîkî ji bo pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji bo herêmê û piştgiriya têkoşîna dijî terorê di nava hewldanan de ye.

Piştî civînê hejmarek ji zarok û jinên Belçîkî yên DAIŞ’î radestî şandeyê hate kirin.

Back to top button