Biden û Merkel peyama “Li dijî hêzên ji derve yegirtin” dan

Serokê DYA û Serokwezîra Almanya li Waşîngtonê, îşaret bi têkiliyên transatlantîk û parastina li hember rewşên dijwar yên li cîhanê kirin.
Biden û Merkel di heman demê de balkişandin li ser girîngiya hevkariya di NATO yê de.

Serokê DYA Joe Biden li Koşka Spî pêşwazî li Serokwezîra Almanya Angela Merkel kir.

Di civînê de lîderan li ser zehmetiyên navbera aliyan ku di serdema serokê berê yê DYA Donald Trump nîqaş kirin.

Merkel bi serdana xwere bû lîdera yekem ya Ewropa ku piştî Biden hatî li ser deshilatê bi wayekî fermî serdana welat kiriye.

Biden diyar kir ku di vê têkiliya nêz de ji derveyî hevkariyê ti çareyek nîne û ji bo serdana Merkel jî spasiya wê kir.

“Ez dizanim ku hevkariya Almanya û DYA wê li ser bingeha ku we jî tê de beşdar bûyî, hîn xurttir bibe.”

Biden û Merkel teqezî li ser hevkariyek xurt ya di nava NATO yê de jî kirin.

Hêjayî gotinê ye ku erka serokwezîra Alman Angela Merkel di Îlonê de bi dawî dibe.

Back to top button