El Debîbe: Çete û hêzên biyanî ji bo pêvajoya siyasî xeterî ne

Li Lîbya xetimîna danûstandinên siyasî, nîşaneyên derketina şerekî navexweyî nîşan dide.
Serokwezîr Ebdulhemîd El-Debîbe işaret bi hebûna çete û hêzên biyanî yên li welat kir û got:
Ev yek ji bo pêvajoya siyasî xeteriyê dide avakirin.
Nûnerê NY yê tabet yê Lîbya Kubis jî hişyarî da ku dibe peymana agirbestê hilweşe.

Ji bo hêviyên aramiya ji bo Lîbya hatine avakirin têk neçe, li welat û derveyî welat civîn têne lidarxistin.

Li bajarê New York yê DYA Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (NY) civîneke taybet li ser Lîbya lidar xist.

Di civînê de rewşa dawî ya li welat û amadekariyên ji bo hilbijartina 24’ê Kanûnê ku wê li welat pêk were hate nîqaşkirin.

Serokwezîrê Lîbya Ebdulhemîd El-Debîbe diyar kir ku ji bo hilbijartinan komîteyek hatiye avakirin û wiha got:

Tevî ku di Meclisa Nûneran de bûdçeya ji bo wê nehatiye erêkirin jî lê ji bo alîkariya Komisyona Bilind a Hilbijartinê derfetên pêwist hatine peydakirin.

Ebdulhemîd El-Debîbe daxuyakirin ku wan di warê yekirina saziyên welat ku ji hev cuda bûn de pêşketin bidest xistine û cudabûna artêşê jî weke pirsgirêkekê destnîşan kir.

El Debîbe balkişand li ser çete û hêzên biyanî yên li welat û di qada navnetewî de daxwaza alîkariyê kir.

“Di rewşek ya dewamkirina hebûna çekdar û hêzên biyanî ya li welat de, ji bo pêvajoya niha xeteriyeke sereke ne.

Her wiha hebûna wan ji bo agirbest dewam bike û xebatên yekirina artêşê, xeteriyê çêdike.

Ji ber vê yekê Hikumeta Yekîtiya Netewî hebûna van çekdar û hêzên biyanî yên li welat napejirîne.

Pêwiste bi yek carê û hemwextî bi neçarî ji welat derbikevin.”

Nûnerê NY ê taybet yê Lîbya Kubis: Dibe agirbest têk biçe

Her wiha Nûnerê NY ê taybet yê Lîbya Jan Kubis jî di axaftina xwe ya li civînê de balkişand li ser metirsiya li welat.

Kubis hişyariya wê yekê da ku ger pêvajoya siyasî bi dawî bibe, dibe ku pêvajoya agirbesta heyî bi dawî bibe.

Piştî aloziya 2011’an li Lîbya derket, êdî welat ji aliyê du hêzan ve tê rêvebirin.

Li aliyê rojavayê Lîbya hikumeta Wîfaq a Ixwana Mislimîn.

Li aliyê rojhilatê welat jî Artêşa Nîştîmanî ya bi serokatiya Xelîfe Hefter heye.

Aliyên li Lîbyayê di encama danûstandinên ku li paytexta Swîsre Cenevre yê de 23 Cotmeha 2020’an peymana agirbestê îmze kiribûn.

Back to top button