Talîbanê karkirina jinan qedexe kir

Piştî Talîbanê rê li karkirina jinan girt, 3 rêxistinên alîkariyê xebatên xwe dan rawestandin.

Zext û polîtîkayên tevgera Talîbanê ya Efxansitanê birêve dibe, bûye sedema bertekên navneteweyî.

Talîban ya xwendina zanîngehê bo jinan qedexekirî, niha jî karkirina wan asteng dike.

Bi biryara dawî ya qedexekirina jinan di cihê kar de, saziyên civakî bertek nîşan dan.

Li Efxanistanê 3 rêxistinê alîkariyê xebatên xwe rawestandin

Di vê çarçoveyê de, 3 saziyên alîkariyê li welêt xebatên xwe rawestandin.

Di daxuyaniya hevpar a Save the Children, Meclisa Penaberan ya Norwêcê de hat ragihandin ku heta hûrgiliyên biryara qedexeyê ya Talîbanê neyên zelalkirin bernameyên li welêt hatine sekinandin.

Sê rêxistinan di daxuyaniyên xwe de gotin,

“Divê jin û mêr bi wekhevî karibin alîkariyên jiyanê li Efxanistanê bidomînin.”

Talîbanê 24’ê Kanûnê îdia kir ku wan ev biryar piştî “gilî” li ser nehiştina jinan li gorî rêgezên îslamî girte.

Her wiha hişyarî hat dayîn ku lîsansên rêxistinên alîkariyê yên navborî ku gorî vê biryarê tevnegeriyane wê bên betalkirin.

Lêbelê, hîn ne diyar e ka serlêdana navborî dê tenê jinên Efxanî an hemî jinên li welêt bigire.

Li dijî Talîbanê bertekên navdewletî

Biryara Talîbanê di qada navneteweyî de rastî bertekên Neteweyên Yekbûyî (NY) hat.

Neteweyên Yekbûyî bal kişand ku jin li welêt “bi awayekî sîstematîk ji hemû qadên jiyana giştî û siyasî tên dûrxistin.”

Wezîra Karê Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock di daxuyaniya xwe de got;

Almanya wê bixebite ku “civaka navneteweyî bertekek watedar bide biryara Talîbanê.”

Li Efxanistanê bi mîlyonan mirov pêwistiya wan bi alîkariyê heye.

Krîza aborî ya li welêt ji dema ku Talîbanê di Tebaxa sala borî de desthilatdarî bi dest xistibû, girantir bû.

Talîbanê beriya biryara saziyên alîkariyê, çûna zanîngehê jî li jinan qedexe kiribû.

Back to top button