Artêşa dagirker 3 caran gundekî Şehbayê bombebaran kir

Li ser herêmê carke din êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk hebû.
Artêşa Tirk bi balafirekî bêmirov êrişî gundê Qurtwêran yê Minbicê kir.
Di encamê de, ziyan li mal û milkê welatiyan bû.
Di êrişa li ser rojavayê Girê Spî de, leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin.

Bi bejahî û hewayî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk li ser ser herêmê ranawestin.

Îro careke din ji Kantona Firatê heta Şehba û Efrînê êrişên dagirkeriyê hebûn.

Li Şehbayê jî tevgera balafirên bêmirov yên dewleta Tirk li ser herêmê ranewestiya.

Balafira bêmirov ya artêşa dewleta Tirk a dagirker 3 caran gundê Semoqa yê Şehbayê bombebaran kir.

Di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Di êrişa artêşa Tirk de leşkerekî Şamê birîndar bû

Artêşa Tirk a dagirker bi balafireke bêmirv êrişî nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Ebdiko ya rojavayê Girê Spî kir.

Li gorî agahiyên destpêkê, di êrişê de leşkerekî hikumeta Şamê yê bi navê Mehmûd Ekrem Xelef (22) birîndar bû.

Artêşa Tirk bi balafirên bêmirov êrişî gundê Qirt Wêran ê Minbicê kir

Di saetên ber êvarî de jî li ser gundên Minbicê tevgera balafirên bêmirov yên dagirkeriya dewleta Tirk zêde bûn.

Piştî keşfên li ser herêmê, balafiran gundê Qirt Wêran yê Minbicê bombebaran kir.

Di êrişa li ser gundê Qirt Wêran de ziyan li mal û milkê sivîlan bû

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku di êrişê te ti ziyanên canî pêk nehatine.

Tenê ziyan li mal û milkê welatiyan bûye.

Back to top button