Meclisa Jinan ji bo eşkerekirina kujerên komkujiya Parîsê bang kir

Jinên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê soza tolhildana şehîdên komkujiya yekemîn a Parîsê bi rêya bilindkirina asta têkoşînê dan.
Jinan destnîşan kirin ku têkoşîna şehîd Sakîne azadî da hemû jinan.

Bi boneya salvegera 11’emîn a komkujiya li Parîsê, komîteyên jinan ên meclisên malbatên şehîdan ên navçe û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke hevbeş dan.

Jinên li bajarê Dêrik, Çilaxa, Tirbespiyê, Tilkoçer, Girkê Lekê, Til Temir, Til Birak, Şehba û Helebê di daxuiyaniyê de diyar kirin ku ev sûc wijdanê bi milyonên Kurd li her çar beşên Kurdistanê û tevahiya cîhanê hejand.

Bila zanibin ku terora li dijî têkoşeran tê meşandin wê ti carî bandor li rêya gelên azad neke.

Bang li hemû komîteyên mafên jinan kikrin ku zextê li Parîsê bikin da ku di zûtirîn dem de şert û mercên van sûcan derxin holê.

Li herêmê şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn

Bi heman armancê saziyên li herêmê jî bi çalakiyên cuda şehîdên komkujiya Parîsê bi bîranîn.

Kongrên Star ên bajarê Hesekê, Til Temir, Til Hemîs, Amûdê, Kobanê û Eyîn Îsa bi semîneran komkujî şermezar kirin.

Di simîneran di derbrê nêzîkatiya berxwedan û têkoşînê ya her sê hevalan axaftin hate kirin.

Diyar kirin ku heta azadiyê wê li ser rêya Sakîna û her du rêhevalên wê têdikoşin bikin.

Kongra Star: Wê tolhildana jinan xurtkirina hêz û zanebûna jinê be

Back to top button